• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Mehabadê 4 welatiyên din yên Kurd şehîd bûn

Gulan Media November 19, 2022 Nûçe
Li Mehabadê 4 welatiyên din yên Kurd şehîd bûn

Duhê çekdarên rejîmê êrîşî ser xelkê kiribûn.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî derbasî roja xwe ya 64an bû û bi berdewamî di berfire û dijwartir bûnê deye.

Di vê çarçoveyê de duhê li bajarê Mehabadê jî weke bajarên din yên Rojhilat û Îranê xwepîşandanên gelek mezin hatin kirin û hêzên rejîmê jî êrîşî ser xelkê kirin û di encama êrîşa çekdarên rejîmê de tenê li Mehabadê 4 welatiyên din yên Kurd şehîd bûn.

Ji aliyeke din ve her duhê li bajarê Xomeyînê jî agir bi mala Rêberê şoreşa Îranê Xomeyîn hat xistin û ev mala han jî hate şewitandin û li Kirmaşanê jî Fermandarê îtlaata spaha Pasdaran bi destê xelkê hate kuştin.

Top