• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Şanda Kurdistanê amadeye serdana Bexdayê bike

Gulan Media November 18, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Şanda Kurdistanê amadeye serdana Bexdayê bike

Serokwezîr li gel balyoza Amerîkayê civiya.

Îro li Dihukê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Amerîkayê civiya û derbarê, naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Îro li bajarê Dihukê me pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê Xatû Alina Romanawsky kir.

Di civînê de me gifûto derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê kir.

Em her du alî li ser vê yekê ku, niha derfeteke nû derketiye hole bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi awayek mayinde û li ser esasê destûrê û karnameya hikûmeta nû ya Îraqê, hemfikir bûn.

Me balkêşande ser vê yekê ku, şandeke danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye serdana Bexdayê bike bo giftûgo kirina kêşeyan û çareser kirina wan di çarçoveya destûrê de.

 

Top