Umêd Xoşnaw: Hêvîdarin Mihemed Şiya Sudanî pirsgirêkan derbas bike û rêz li rêkeftina Hewlêr û Bexda bigrê
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Umêd Xoşnaw behsa pêşketinên pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dike û dibêje hevtêgeheştin û gotûbêj di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingehê bawerî û rêzgirtina hev û ji wê jî giringtir Hewlêr û Bexda rêkeftina wan a siyasî heye û divê ew rêkeftin wekî xwe bêcîhbicîh kirin.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek nîşandana niyeta paqij ji bo pirsgirêkan ji aliyê Bexdayê ve hewldanek tê dîtin, daxuyaniyên vê dawiyê yên Mihemed Şiya Sûdanî hêvî didin û giringe wek destpêkek li Bexdayê ve niyetpaqijî bê nîşan dan ji bo çareseriya pirsgirêkan û şandina 200 milyar dînar ji Bexdayê ve û berî şandeya hikûmetê biçe bo Bexdayê ev niyetekî başe. Giringe bo hewayê gotûbêjan erênî be. Hewlêr jî berdewam amadebûna xwe ji bo gotûbêjan nîşan daye û beşek bûye ji çareseriya pirsgirêkan. Di heyama ew pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çêbûne de jî, ti demekî deriyê Hewlêrê ji bo gotûbêjan nehatiye daxistin. Naha jî amadekarî tên kirin ji bo çûna şandeyekî ji Bexdayê re û ev yek giringe û yek ji karnameyên kabîneya Kak Mesrûr Barzanî ku pêwendiyên baş û gotûbêjên berdewam di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hebe ye.’’
Derbarê roja Mihemed Şiya Sûdanî de jî Xoşnaw got: ‘’Sûdanî heta naha berpirsyartiyekî zêde mezin nav hikûmeta Iraqê de wernegirtibû, ku dijatiyekî wî li gel kurdan hebe. Naha ku bûye serokwezîrê Iraqê, ji bo wî giringe ku di yekem ceribandina jiyana xwe ya siyasî de serbilindiyê tomar bike, ku rêkeftinekî giştîgir ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li gel Hewlêrê bên kirin. Hêvîdarim Şiya Sûdanî bi wergirtina ezmûnan ji raboriya serokwezîrên berî xwe yên Iraqê, li berçavê wî be ku mayîna pirsgirêkan li gel Bexdayê herî dawiyê de ziyanê dide pirsa siyasî ya Iraqê û divê Sûdanî jî pirsgirêkan derbas bike. Ji ber derfetekî herî başe li pêş wî ku hem piştevaniya Serok Barzanî bi pêkanîna hikûmetê wergirtiye, hem li gel PDKê jî rêkeftin kiriye, ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bike. Ev jî dê bibe pêngavekî giring.’’
Basnews
