• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji Demirtaş derbarê teqîna Stenbolê de 11 pirs

Gulan Media November 16, 2022 Nûçe
Ji Demirtaş derbarê teqîna Stenbolê de 11 pirs

Siyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, derbarê teqîna Stenbolê ya 13ê Mijdarê de nivîsek nivîsand û 11 pirs kirin.

Demirtaş di nivîsa xwe de ya bo T24ê pirsa "Gelo ji bilî piştgiriya ji nav dewletê, komkujiyeke hovane wek vêya li nav Îstiklalê dikaribû bê kirin?" kir.

Nivîsa Demirtaş a bi sernav; "Komkujiya hovane ya li Îstiklalê – Tenê dipirsim" wiha ye:

Kesa ku wek êrîşkar hat desteserkirin, hat ragihandin ku rahênana îstixbaratî wergirtiye û bi her tiştê xwe dibêje; “Ez li vê derê me, min bigrin” û dema hat girtin jî wek werdeka matmayî tişortê ku New York li ser hatibû nivîsandin hat lêkirin û wêneyên wê hatin girtin, di rastî de kî ye? Ev komkujî li ser navê kê hat kirin?

Roja Yekşemê li Kolana Îstiklalê komkujiyeke ku em hemû gelek xemgîn kirin çêbû. Dibe ku em ti caran berpirsên vê êrîşê, hêzên li pişt wê û armancên wan ên rasteqînê nizanibin. Wek bi hezaran komkujiyên hovane ku li cîhanê çê dibin, dê ev êrîşa terorê jî “bi awayekî ku faniyên wek me nikaribin ji hev derxînin, di çarçoveya tarîtiya siyaseta kûr de” ji bîr bibe û biçe.

Ezmûnên min ên hiqûqî û siyasî ev tişt fêrî min kirin: Bala xwe nede tiştê ku ji te re tên nîşandan, bala xwe bide rastiyên ku tên veşartin!

Em vê komkujiya hovane, nikarin ji bilî hilbijartinên dîrokî yên 2023ê, şerên hêzê yên herêmî û gerdûnî û nakokiyên aliyên siyasî yên li ser desthilatê yên Tirkiyê serbixwe binirxînin. Mimkun e, ku mirov li ser her sernavekê analîzên berfireh bike.

Dema min nûçe li ser televîzyonê dît, demên borî yên nêzîk hatin bîra min.

Ez dixwazim bêyî ku kesekî tawanbar bikim û di bin gumanê de nehêlim tenê bipirsim. Dibe ku berpirs bersivên hêja bidin û em jî aram bibin.

Dîrok: 21ê Adara 2022

Cih: Gever

Di otombîleke polîsekî de lêgerîn hat kirin û 52 kîlogram teqemenî hat girtin.

Nûçeya NTV a 21ê Adara 2022.

Heman êvara roja bûyerê Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu derbarê vê bûyera xeternak de daxuyaniyeke bêserûber, ku bûyer bi asanî wergirt û wek tiştekî basit nîşan da belav kir.

Di bernameyeke televîzyonî de ji bo polîsê ku 52 kîlo teqemenî li cem hat girtin got; “Kesekî gelekî pirsgirêk e. Pêştir kablo jî dizîne.”

Bi vî awayî bûyer bêqîmet kir û ser girt.

Li gor min kesên ku ev polîs li Geverê dan girtin navendeke hêzeke din a di nav dewletê de bû. Dibe ku ji ber ew tevlî bûyerê bûn ji “neçarî” hat girtin.

Diyar e ku li holê rewşeke balkêş heye. Ez niha tenê dipirsim:

1- Polîs, 52 kîlo teqemenî ji kê wergirt? Çima heta niha nehat eşkerekirin?

2- Li Stenbolê xwediyê 52 kîlogram teqemenî kî bû? Çima heta niha nehat eşkerekirin?

3- Çima polîs nehat şopandin û bi xwediyê wê yê li Stenbolê re nehat girtin?

4- Soylu çima heman rojê bi şev zanyariyên operasyonê eşkere kirin? Egera reva wergirên li Stenbolê nehat fikirîn? Ango ji xwe armanc ew bû ku birevin?

5- Ji bilî 52 kîlogram teqemenî, wekî din teqemeniyên ku nehatin girtin û bo Stenbolê hatin anîn hene?

6- Bombeya ku li Stenbolê hat teqandin, bombeya kê ye?

Weke min got, tenê dipirsim.

Û berdewam dikim.

7- Suleyman Soylu tevî ku li Îdlibê bû, piştî hat Stenbolê çima yekser çavkaniya bombeyê wek Kobanî û Efrîn eşkere kir? Gelo pêş hilbijartinan dixwazin bingeha operasyoneke derveyî sînor bo Sûriyê amade bikin.

8- Kesa ku wek êrîşkar hat desteserkirin, hat ragihandin ku rahênana îstixbaratî wergirtiye û bi her tiştê xwe dibêje; “Ez li vê derê me, min bigrin” û dema hat girtin jî wek werdeka matmayî tişortê ku New York li ser hatibû nivîsandin hat lêkirin û wêneyên wê hatin girtin, di rastî de kî ye?

9- Ev komkujî li ser navê kê kir?

Tenê daraza serbixwe û saziyên lêpirsînê yên bêaîl dikarin bersivên van pirsan diyar bikin. Helbet eger ev sazî li Tirkiyê hebin.

Ji bo ku aliyên qirêj ku dixwazin ji encamên siyasî yên vê komkujiyê sûd werbigrin bi zelalî bên eşkerekirin, merc ew e ku rastî jî bi hemû aliyan bên zanîn.

Em di dawiyê de bi du pirsan biqedînin:

10- Gelo ji bilî piştgiriya ji nav dewletê, komkujiyeke hovane wek vêna li nav Îstiklalê dikaribû bê kirin?

11- Serokkomar Erdogan, ji bo ku di siberojê de careke din nebêje “Em hatin xapandin” pêwîst dibîne ku bi dûrbînê li şêwaz, dem û hûrgiliyên vê êrîşê binêre? Ango li gor wî daxuyaniyên tên dayîn temam in?

Selahattin Demirtaş

Girtîgeha Edirne

 

 

Rudaw

Top