• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Ti pirsgirêkên me bi Kurdên Iraq û Sûriyê re nînin

Gulan Media November 16, 2022 Nûçe
Erdogan: Ti pirsgirêkên me bi Kurdên Iraq û Sûriyê re nînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser egera operasyona li dijî rojavayê Kurdistanê radigihîne, ew rijd in ku tiştê pêwîst be dê bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Lûtkeya G20 di konferanseke rojnamevanî de li ser pirsa “Gelo piştî teqîna Stenbolê, operasyonek li dijî rojavayê Kurdistanê di rojeva we de heye?” got ku, lêkolînên wan ên li ser teqîna Stenbol berdewam in û di encama wan lêkolînan de, ew rijd in ku tiştê pêwîst be dê bikin.

Erdogan got jî: “Ti pirsgirêkên me bi Kurdên Iraq û Sûriyê re nînin, wek çawa bi welatiyên me yên Kurd ên li Tirkiyê re nîne.”

Roja Yekşemê li bajarê Stenbolê teqînek rû dabû û 6 kes canê xwe ji dest dabûn û 81 kes jî birîndra bûbûn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî, PKKê û YPGê ji ber wê teqînê tohmetbar kiribû, lê her du wan rêxistinan ev tohmet red kiribûn.

 

K24

Top