• Saturday, 21 February 2026
logo

Rojava; Li kampekê termên 2 keçan serjêkirî hatin dîtin

Gulan Media November 16, 2022 Nûçe
Rojava; Li kampekê termên 2 keçan serjêkirî hatin dîtin

 Li Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê termên 2 keçên Misrî bi awayekê serjêkirî hatin dîtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye, roja Sêşembê 15ê Mijdarê li Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê termên 2 keçên Misrî hatine dîtin.

Li gor zanyariyan, ew zarokên keç bi kêrê hatine kuştin û termên wan ji aliyê Asayişa Kampê ve di nav kanal avrêjê de hatine dîtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye, qurbanî hatin serjêkirin.

Rayedarekî li kampê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin ji AP re gotiye, qurbanî 11 û 13 salî ne.

Bi gotina SOHRê, piştî zêdetir ji 3 mehan ev yekemîn car e ku bûyerên kuştinê û dîtina terman li Kampa Holê tê dîtin, ku weke kampeke malbatên çekdarên DAIŞê tê naskirin.

Ji ber hejmara zêde ya endamên malbatên DAIŞê li Kampa Holê, ew kamp weke bombeya demkî tê binavkirin ku metirsiyê li ser ewlehiya navçeyê û cîhanê çê dike.

Ji destpêka sala 2022 ve heta niha li nav Kampa Holê 30 kes kuştî hatine dîtin, ku 8 ji wan Iraqî, 12 Sûrî, 8 jinên nenas, zilamekî nenas û karmendekî binkeya tendisustiyê bûne.

Komeke alîkariyên mirovî di emailekê de ku ji Rûdawê re şandiye, dilgiraniya xwe derbarê kuştinan de nîşan daye.

Rêvebera Welat a Komîteya Rizgarkirina Navdewletî (IRC) li Sûriyê, Tanya Evasn got, “Ev bûyera dawî ya ku bi mirina zarokên li kampê ve girêdayî ye, pêdiviya lezgîn a bo çareseriyên demdirêj ji bo zarokên li Holê diyar dike. Divê zarokên Sûrî bi ewleyî di nav civakên xwe yên herêmî de werin entegrekirin û divê zarokên biyanî bo welatê wan werin vegerandin. Rêyeke ewle û bi rûmet.”

Kuştinên bi vî rengî li kampa Holê bi gelemperî ji aliyê şanên razayî yên DAIŞê ve tên kirin, ku  re xwe ji îdyolojiya grûpa terorîst rizgar bikin.

 

Rudaw

Top