• Saturday, 21 February 2026
logo

Sûdanî: Me ji bo danûstandina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê şandek pêk anî

Gulan Media November 15, 2022 Nûçe
Sûdanî: Me ji bo danûstandina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê şandek pêk anî

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, şandek ji bo danûstandina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn ji bo çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan.

Îro Sêşemê 15ê Mijdara 2022yan, di konferanseke rojnamevanî de li ser pirsa Kurdistan24ê ragihand, di nava şeş mehan de kar li ser yekalîkirina dosyeya petrol û gazê dikin.

Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir, şandek ji bo danûstandina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk aniye û ew ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dixebitin.

Sûdanî eşkere kir, li herdu aliyan xwasteke rasteqîn heye ji bo çareserkirina kêşeyan, loma geşbîniya xwe nîşan dide ji bo gihîştina çareseriya kêşeyan.

Beriya niha jî jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihandibû, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser kêşeyan, diçe Bexdayê.

Mijara sereke ya gotûbêjên navbera şandên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, mijara amadekirina budceya sala 2023yan û dosyeya petrol û gazê ye.

 

K24

Top