• Saturday, 21 February 2026
logo

6 partiyên opozîsyona Tirkiyê heştemîn car dicivin

Gulan Media November 14, 2022 Nûçe
6 partiyên opozîsyona Tirkiyê heştemîn car dicivin

 Serokên şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê ku wek “Maseya Şeş Partiyan” tê binavkirin li parêzgeha Enqerê piştî mehek û nivê careke din dicivin û di rojevê de daxwaza beşdarbûna Partiya Serbixwe ya Tirkiyê (BTP) bo wê maseyê jî heye.

Li parêzgeha Enqerê serokên 6 partiyên opozîyona Tirkiye îro Duşemê 14ê Mijdara 2022ê cara heştemîn dicivin û civîna îro bi mazûvaniya Serokê Partiya DEVA Ali Babacan tê kirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal beşdarî civînê dibin.

Li gor agahiyan rojeva sereke ya civînê daxwazên partiyên cûda ya beşdarbûna maseyê ye û piraniya partiyan her çiqasî piştgirî didin berfirehbûna ji aliyê rêgezî ve jî lê naxwazin wek hejmar zêde bibin. Herwiha tê çaverêkirin di vê civînê de derbarê daxwazên beşdarbûnê de biryara rêgezî bê dayîn.

Yekem civîna serokên 6 partiyên opozîsyonê ku wek “Maseya 6 Partiyan” jî tê binav kirin, 12ê Sibata 2022ê bi Serokatiya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu destpê kiribû.

Ew 6 partiyên opozîsyonê dixwazin desthilata 20 salan a AKPê bi dawî bînin. Lê di piraniya hilbijartinên Tirkiye de  dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wek opozîsyon sêyemîn fraksiyona herî mezin e li parlamentoyê û piraniya dengdêrên wê Kurd in dengên herî yekalîker in û ew partî ne di nav wê hevahengiya partiyên opozîsyonê de ye.

 

Rudaw

Top