• Saturday, 21 February 2026
logo

Welatiyekî Kurd li Kirmaşanê hate gule baran kirin

Gulan Media November 13, 2022 Nûçe
Welatiyekî Kurd li Kirmaşanê hate gule baran kirin

Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye gule barankirin.

Li gor nûçeyeke KHRN duhê welatiyekî Kurd yê temen 48 sal li bajarê Kirmaşanê dema xwestiye li ser dîwarekê diroşmeyek li dijî rejîma Îranê binivîsîne, ji aliyê çekdarên rejîmê ve hatiye gulebarankirin û canê xwe ji dest daye.

Hêzên rejîmê cenazeya ev welatiyê Kurd yê ku navê wî Erdelan Qasimiye, li gel xwe birine û bo ku, radestî malbeta wî bikin daxwaza 16 miliyon toman (derdorê) 500 dolaran ji malbeta wî kirine.

Top