Yekem car ava bendava Derbendîxan dakete asta herî nizim
Yekem care ava bendava Derbendîxanê dakete asta herî nizim û qaymeqamê Derbendîxanê jî sedemên wê aşkera kirin.
Îro 12.11.2022yê qaymeqamê qeza Derbendîxanê Silêman Seîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sedemên daketina asta Derbendîxanê yê serekî dereng ketina demsala barîna baranê ye, par heta vê demê rêjeya barîna baranê zêdetir bû, lê îsal rêjeya barîna baranê ne wek par bû.’’
Herwaha got: ‘’Daxistina avê li aliyê Îranê ve jî bandorekî xirab kiriye li ser daketina asta ava bendavê ku dakeve.’’
Basnews
