Kolberekî Kurd bi teqeya Supaya Pasdaran canê xwe ji dest da
Kolberekî Kurd li gundê Bîwaran yê ser bi navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê bi teqeya Supaya Pasdaran canê xwe ji dest da û du welatiyên din jî birîndar bûn.
Roja Înê 11ê Mijdara 2022yan, li gundê Bîwaran yê li navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ê bi navê Hêmin Hemze yê 30 salî bi teqeya Supaya Pasdaran hat kuştin û du welatiyên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, termê wî xortî bo nexweşxaneya bajarê Serdeşt hatiye veguhestin û rewşa navçeyê heta radeyekê aloz bûye.
Li ser vê mijarê, Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw ragihand, hêzên ewlehiyê bi mebesta destdanîna ser kelûpelên kasibkaran êrîş kirine ser gundê Bîwaran û xelkê gund li hember wan rawestiyane û hêzên ewlehiyê destdirêjî li xelkê gund kirine.
Li gor zanyariyên Dezgeha Hengaw, piştî bûyerê tevlihevî û alozî ketiye navbera Supaya Pasdaran û xelkê navçeyê û şêniyên gund wesayîteke Supaya Pasdaran şewitandine.Herw
Herwiha eşkere kiriye ku di encama destdirêjiya gulleyan a hêzên Supaya Pasadaran de kasibkarekî bi navê Hêmin Hemze ku bavê du zarokan e, canê xwe ji dest daye.
K24
