• Saturday, 21 February 2026
logo

Rapirsî dibêjin şanşê Komariyan di hilbijartinên nîvwerzî de zêdetir e

Gulan Media November 8, 2022 Nûçe
Rapirsî dibêjin şanşê Komariyan di hilbijartinên nîvwerzî de zêdetir e

 Îro hilbijartinên nîvwerzî angot nîva xula Kongrêsa Amerîka birêve diçin û rapirsî nîşan didin ku şansê Komariyan heye piraniya Kongrêsê bidest bixin. Ew hilbijartin herê zêde ji bo Serokê Amerîkayê Joe Biden girîng e, encama wê hilbijartinê, bi awayekê endama nirxandina rêveberiya Biden e.

Helbijartinên nîvwerzî yên Kongrêsa Amerîkayê weke giştpirsyekê  li serkeftina serokê wî welatî tê dîtin.

Rapirsî nîşan didin, demokrat kursiyên xwe li kongresê ji dest didin, ji ber ku di demê du salên serokayetiya Joe Biden ê Demokrat de rêjeya enflasyonê, tawan û koça neyasayî li Amerîkayê zêde bûye. 

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li bajarê Miami dibêje ji bo rizgarbûna  Amerîkayê ji vê rewşê, pêwîst e ku di vê hilbijartinê de Kongres ji destê Demokratan bê derxistin.

Donald Trump got: “Eger hûn bixwazin silametî bo malbat û ewlehî bo civaka we vegere divê hûn bi dengên xwe hemû Demokratan ji kar biavêjin û deng bidin Komariyan.”

Zêdekirina berhemanîna çîpên elektronîk, bihêzkirina jêrxana aborî û berevanîkirin li mafê ji ber birina zarokan ew karên îdareya Biden in ku Demokrat hêvî dikin dengan li ser bidestbixin. 

Lê rapirsî nîşan didin, ji ber zêdebûna bihabûnan, ew karên Biden weke pêwîst bala dengdêrên Amerîkî nekişandine.

Demokratan di propgandeyên xwe de li beramber zêdebûna piştgiriya Komariyan bo Donal Trump hişyarî bi xelkê Amerîkayê dane, ew serokê ku bi handana tûndûtîjî û binpêkirina demokrasiyê tê tohmetbarkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî got: “Em di xaleke pêşveçûnê de ne, bi cidî ew tişta ku di du salên bê de çêdibe, zêdetir ji her tiştî bandorê li ser 20 salên siberoja vî welatî dike.”

Di hilbijartina îro de deng li ser her 435 endamên Encûmena Nûneran, 35 endamên Encûmena Pîran û 36 hakimên wîlayetan tên dayîn.

Rapirsî nîşan didin ku di Encûmena Nûneran û pîran de Komarî dibin piranî. Bi vê jî dikarin di van du salan de astengiyên yasayî yên mezin li pêşiya  biryayarên Joe Biden ê  Demokrat çêbikin.

Ji ber ku ti yasayek nikare bê razîbûna Kongresê bê pesendkirin.

Ji bilî projeyasaya budçeyê, hemû projeyasayên din pêdivî bi dengên 60 senatoran heye.

Herwiha ew kesên wek serok bo postên girîng destnîşan dike, pêdivî bi razîbûna Encûmena Pîran heye, ji wan jî Wezîrê Derve, Dadwerên Dadgeha Bilind û Rêveberiya FBI.

Herwiha peymanname û ragihandina şer pêdivî bi razîbûna Encûmena Pîran heye.

Senator herwiha dikarin lêpirsînê ji serok bikin. 

 

Rudaw

Top