Bahçelî bo hevdîtina HDP û AKPê: Asayî ye û gaveke rast e
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî cara ewil behsa hevdîtina AKPê ya bi HDPê re kir û ew serdan wekî gaveke asayî û rast pênase kir.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî îro Sêşemê 11ê Mijdara 2022yan di civîna koma partiya xwe de derbarê mijarên di rojevê de ne axivî.
“Kiliçdaroglu bo tolhildana Dêrsinê hate erkdarkirin”
Bahçelî, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir hedef û got: “Kiliçdaroglu siyasetmedarekî taşeron e ku bi jor de bi paraşûtê li ser CHPê hate erkdarkirin. Erka wî bêrûmetkirina Ataturk û ji holê rakirina CHPê ye. Di bingeha vî karî de tolhildana serhildana Dêrsimê heye. Ti gotin û kiryarên Kiliçdaroglu û yên serokên berê yê CHPê li hev nakin.”
Çarşema borî şandeke AK Partiyê bi serokatiya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, bi armanca wergirtina piştgiriyê ya guhertina destûrê bo azadiya hîcabê, serdana Koma HDPê ya Parlamentoyê kiribû.
“Hevdîtina AK Partî û HDPê asayî ye”
Derbarê vê serdanê de jî Bahçelî wiha axivî: “Di vê navberê de, ji bo guftûgokirina guhertina destûrê, serdana şanda AK Partiyê ya partiyên siyasî yên ku di Parlamentoyê de komeke wan heye, gaveke pir asayî û rast e. Çima bi HDP'ê re hevdîtin kiriye? Em dê ji vê re çi bibêjin, dê çawa nêzîkî vê yekê bibin? Ne hewce ye ku ez dubare bikim ka em çawa li HDPê dinêrin. Ev helwesteke îflas kiriye ku yên li ser peywendiya şandaa AK Partiyê ya bi CHPê re bêdeng dimînin, lê li ser pişt me behsa HDPê bikin. CHP ji bo me çi ye HDP ew e.”
Rudaw
