Xeyrî Bozanî: 7 milyar dînar ji bo rizgar kirina revandiyên Êzdî hatiye xerc kirin
Serpereştê ofîsa rizgarkiriyên Êzdî Xeyrî Bozanî ragehand, 7 milyar dînar ji bo rizgar kirina revandiyên Êzdî hatiye xerc kirin û proseya rizgar kirina revandiyên Êzdî berdewam e û heta yek revandî jî bimîne kar li ser rizgarkirina wan dê bê kirin.
Xeyrî Bozanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em qet bêhêvî nabin ji bo rizgar kirina revaniyên Êzdî û karê rizgar kirine berdewame û beşekî zêde ye revandiyan di kampên Hol a Sûriyê de mane. Herwaha li navçeyên Iraqê ku sala 2014ê de ketine bin destê terorîstên DAIŞê hîn revandiyên Êzdî lê mane û nehatine rizgar kirin û lê ji ber astengiyan me daxwaz ji hêzên Iraqê kiriye ku hewkariya me bikin ji bo rizgar kirina revandiyên Êzdî, lê heta naha bersiv nedane.’’
Bozanî got: ‘’Hîn kampa Hol cîhê parastina terorîstên DAIŞê ye. Ji ber wê jî rizgar kirina revandiyan ji wê kampê dijware. Ji ber malbatên DAIŞê di kampê de ne û revandiyên Êzdî nikarin xwe aşkera bikin û newêrin xwe diyar bikin. Ew hêzên kampa Hol kontrol jî dikin wekî pêwîst kar nakin ji bo rizgar kirina revandiyên Êzdî.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Di êrîşa hovane ya terorîstên DAIŞê ya li ser Şingalê de zêdetir ji 6 hezar û 417 jin, zarok û zilam hatine revandin û bêserûşûn bûne. Heta naha ofîsa rizgarkirina Êzdiyan kariye 3 hezar û 562 revandiyan rizgar bike û hîn çarenivîsa zêdetir ji 2 hezar û 600 kesên revandî ne diyar e.’’
Xeyrî Bozanî diyar kir: ‘’Di encama jenosîda Şingalê de zêdetir ji 5 hezar hemwelatiyên Êzdî hatin şehîd kirin û 2 hezar û 745 zarok jî sêwî man û 120 hezar Êzdî jî koçberî derveyî welat bûn.’’
Basnews
