2 çekdarên DAIŞê li rojavayê Silêmaniyê hatin kuştin
Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê ragihand, di encama şer û pevçûnekê de li nahiya Singawê, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, li devera Keçên Singaw a ser bi nahiya Singawê ve di encama şer û pevçûnekê di navbera hêzên û çekdarên DAIŞê de, 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Li gorî Rêveberiya Asayişa Rojavayê Silêmaniyê, piştî dorpêçkirina teroristan ji aliyê hêzên Asayişê ve û şerê 30 xulekan, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Diyar kir jî, piştî wergirtina zanyariyan derbarê tevegera wan teroristan û xistina wan di bin çavdêriya tund de, operasyona desteserkirina wan dest pê kir.
Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê piştrast kir, piştî pevçûna bi teroristan re, hemû endamên wan sax û selamet in.
Rudaw
