• Saturday, 21 February 2026
logo

HSD 50 endamên DIŞIê radestî Îraqê kir

Gulan Media November 6, 2022 Nûçe
HSD 50 endamên DIŞIê radestî Îraqê kir

Ev terorîstên han li deriya welîd hatine radestkirin.

Li gor jêderên herêmî, îro hêzên Sûriyeya demokratîk ( HSD) 50 terorîstên DIŞIê yên ku, ji aliyê hêzên HSDê ve hatibûn girtin û di nava girtîgehên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de diman, radestî hikûmeta Îraqê kirine.

Ev her 50 terorîstên DIŞIê li deriyê sînorê yê navbera Sûriye û Îraqê ya Welîd radestî aliyên têkildar yên hikûmeta Îraqê hatine kirin.

Weke tê zanîn beriya niha jî bi taybetî sala derbasbûyî HSD hijmareke zêde ji malbet û kesûkarên endamên DIŞIê radestî hikûmeta Îraqê kiribûn.

Top