Serokê Parlamentoya Iraqê pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir, bi boneya destnîşankirina wî wek Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Di peywendiya telefonî de, Helbûsî bi boneya serkeftina kongreya 14ê ya PDKê û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji PDKê re xwast.
Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo telefona Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û pîrozkirina wî nîşan da.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir.
Di yekemîn roja kongreyê de Serok Mesûd Barzanî careke din weke Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.
Her wiha di kongreya 14ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî wek cîgirên serokên Partiya Demokrata Kurdistanê hatin hilbijartin.
Roja Înê 4ê Mijdarê, di duyemîn roja kongreya 14emîn a PDKê de, peyrewa navxwe, bernameya siyasî ya PDKê hat pesendkirin ku tê de çendîn guhertin di organên partiyê de cih digirin.
Her wiha di roja duyemîn a kongreyê de 76 kes ji ber rol û têkoşîna wan ve ji aliyê Serok Barzanî ve bi Madalyaya Barzanî hatin xelatkirin.
Îro jî di roja sêyem a kongreyê de, bi beşdariya 1056 endamên kongreyê, proseya dengdanê ji bo hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê hat kirin û 129 namzed li ser 41 kursiyan ketin hevrikiyê.
K24
