• Saturday, 21 February 2026
logo

2 leşkerên Tirk li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatin kuştin

Gulan Media November 6, 2022 Nûçe
2 leşkerên Tirk li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatin kuştin

2 leşkerên Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di encama teqîna bombeyekê de hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, duhî 5ê Mijdara 2022an di encama teqîna bombeyeke vedayî de 2 leşkerên Tirkiyê li navçeyên “Operasyona Çeng-Brûsk” birîndar bûn.

Îro hat zanîn ku, ew her du leşker li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Operasyona “Çeng-Brûsk” a artêşa Tirkiyê roja 24/04/2021 li navçeyên Metîna û Avaşîn-Basyan li dijî PKKê dest pê kiribû.

 

K24

Top