• Saturday, 21 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Bazirganên navdewletî yên madeyên hişbir li Tirkiyê bi asanî tevdigerin

Gulan Media November 5, 2022 Nûçe
Kiliçdaroglu: Bazirganên navdewletî yên madeyên hişbir li Tirkiyê bi asanî tevdigerin

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku bi serdanekê li Brîtanyayê ye, ji Londana paytexta wî welatî, derbarê rewşa aborî ya Tirkiyê de rexne li desthilatê girtin û got: “Ev nikarin enflasyonê daxînin û hevsengiya nirxan ragirin. Ji xwe haya kesê li jor (serokkomarê Tirkiyê) ji zanista aboriyê nîne.” Kiliçdargolu herwiha ragihand ku bazirganên maddeyên hişbir li Tirkiyê bi asanî tevdigerin û derbarê wan de doz nayên tomar kirin û nayên ceza kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglu ku di çarçoveya serdanekê de li Brîtanyayê ye, li Londona paytexta wî welatî de, derbarê naveraka serdana xwe û armancên partiya xwe de civîneke çapemeniyê saz kir.

Kiliçdaroglu amaje bi rewşa xirab a aboriya Tirkiyê da û got: “Tirkiye bi rastî jî di warê aborî de, di kolaneke asê de ye, divê em Tirkiyê ji vê kolana asê derxin.” Kiliçdaroglu behsa pereyên neyasayî yên li Tirkiyê jî kir ku wek ew dibêje bi rêya bazirganiya maddeyên hişber tên bidest xistîn û got, ew dê aboriya Tirkiyê ne bi wan pereyan lê bi pereyên paqij sererast bikin.

Serokê CHPê ragihand ku ew dixwazin Tirkiye bi temamî bibe endamê Yekitiya Ewropayê û tekez kir ku ew dixwazin her pêngavên di vî warî de biavêjin.

Serdanên serokên CHPê yên bo derveyî welat bi taybet di nav partiyên desthilatê de bûne sedema karvedanan û wan îdia kiribûn ku Kiliçdaroglu serdanên nerênî û ne di berjewendiya Tirkiyê de pêk tîne, li ser van îdiayan jî dibêje: “Me ti hevdîtinek nerênî ne kiriye, Em dixwazin Tirkiyeyeke ku eniya wê paqij û berê wê li siberojê ye ava bikin.”

Kemal Kiliçdaroglu berî çend rojan gotibû AKPê Tirkiyê kiriye mala bazirganên maddeyên hişbir. Serokê CHPê li Londonê jî careke din diyar kir ku baronên navdewletî yên bazirganiya maddeyên hişber li Tirkiyê bi asanî tevdigerin û derbarê wan de ti doz û lêkolînek nayê destpêkirin û nayên ceza kirin.

Serokê CHPê wiha axivî “Bazirganên navdewletî yên maddeyên hişber, li Tirkiyê bi asanî tevdigerin, xwezî derbarê wan de doz bihatana vekirin û ji wan re bigotana werin li dadgehê îfadeyê xwe bidin. Ez dê navên hemû baronan yek bi yek bijmêrim. Ez niha çi bibêjim, mêrik bi xwe ji Amerîkaya Başûr maddeyên hişber vediguhêze, ev madde tê bendera Mersînê û li wir tê bazar kirin. Li vir kî hatiye girtin? Kî hatiye destserkirin?”

 

Rudaw

Top