Amerîkayê derbarê egera êrîşa Îranê bo ser Hewlêr û Siûdiyê daxuyanî da
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price derbarê raporta Îstixbarata Erebistana Siûdiyê de ku dibêje, Îran ji bo nehiştina bala raya giştî li ser xwepêşandanên navxwe xwe amade dike daku êrişî hevpeymanên Amerîkayê yên li herêmê, Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê bike, bertek nîşan da û got: “Em dê ji bo parastina berjewendiyên xwe û hevalbendên xwe yên li herêmê dudil nebin.”
Di konferanseke rojnamevanî de Ned Price ragihand, “Em ji hebûna metirsiyeke wiha bi fikar in. Em bi rêyên leşkerî, dîplomatîk û îstixbaratî bi Erebistana Siûdî re berdewam in.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bal kişand ser îhtîmala êrişa Îranê li ser Erebistana Siûdî û Hewlêrê û got: “Eger agahiyên rast û pêbawer ên ku bi rastî gefê li welatiyên Amerîkayê çêdikin hebin, bê guman em dê hemû erkên xwe yên li gorî vê siyasetê pêk bînin.”
Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî roja Sêşembê 1ê Mijdara 2022an ragihand ku berpirsên Amerîkî û Siûdî hişyariya derbarê egera êrîşa Îranê bi ciddî wergirtine, lewra jê her du welatan û hin welatên din ên navçeyê jî asta hişyariya bo hêzên xwe yên leşkerî li navçeyê bilind kirine.
Li gorî îstixbarata Siûdiyê, Îran dixwaze ji bo nehiştina bala raya giştî li ser xwepêşandanên navxwe, êrîşî hin armancan li Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê û di nav axa Siûdiyê de bike.
Beriya çend rojan jî Fermandarê Supaya Pasdaran, General Hisên Selamî hişyarî dabû Erebistana Siûdî û gotibû, Riyaz li pişt xwepêşandanên li Îranê ye.
Piştî hişyariya Îstixbarata Siûdiyê, Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê jî ragihand, ew ji wê hişyariyê dilgiran in, lê ew amade ne bersiva her êrîşekê bidin.
Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê di dauxyaniyekê de gotiye, “Em ji gefan dilgiran in û bi rêyên serbazî û îstixbaratî em li gel Siûdiyê di pêwendiyeke berdewam de ne. Em ji bo bertekê û berevaniya li berjwendiyên xwe û hevbeşên xwe yên li navçeyê jî dudil nabin.”
Rudaw
