Li Hewlêrê jinekê mêrê xwe kuşt û paşê şewitand
Berdevkê Polîsê Hewlêrê ragihand, şeva bihorî jinekê mêrê xwe kuştiye û paşê di hemama mala xwe de neft li termê wî reşandiye, agir pêxistiye û şewitandiye.
Bûyer şeva Sêşembê 1ê Mijdara 2022an li Taxa Hevalan a Hewlêrê çê bûye.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rûdawê re ragihand, hevjîna wî kesî bi tohmeta kuştina mêrê xwe ji aliyê hêzên wan ve hatiye desteserkirin.
Hogir Ezîz got, hêzên wan 8 demjimêran lêkolîn bi hevjîna wî zilamî re kirine û piştre ew jin li xwe mikur hatiye ku wê mêrê xwe kuştiye û paşê li hemama mala xwe şewitandiye.
Li zor zanyariyan, zilamê ku hatiye kuştin Kurd e, navê wî Ehmed Cewad û 43 salî ye, xelkê Hewlêrê û fermanberê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.
Navê hevjîna wî jî D.X.M û 29 salî û ji neteweya Ereb e.
Li gor agahiyan, her du kesan 7 sal bûye ku zewac kirine û du zarokên wan hene.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê derbarê sedema kuştinê de jî diyar kir, ji ber “pirsgirêkên malbatê” bûye.
Berî çend rojan li Kerkûkê jî di bûyerekê de jinek di mala xwe de şewitibû û bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê. Wê jinê di îfadeyên xwe de ji Polîsê Kerkûkê re gotiye ku xesûya wê ew şewitandiye. Lê xesûya wê jinê jî ji Rûdawê re ragihandiye, di dema bûyerê de ew raketibû û qet haya wê ji bûyerê nebûye, paşê ji ber qêriyên bûka xwe ji xew rabûye û dîtiye ku bûkê xwe şewitandiye.
Ew jin ji ber ku beşeke zêde ji laşê wê şewitiye, bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê.
Heta niha amareke dirist derbarê wan jin û zilamên ku ji destpêka îsal ve heta niha li Herêma Kurdistanê hatine kuştin, li ber dest tune ye lê di dawiya meha Tebaxa îsal de Sekreterê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê ji Rûdawê re gotibû, di nava şeş mehên îsal de 233 gilî û tundûtîjî li dijî zilaman hatine tomarkirin, 21 zilaman xwe kuştine, 3 zilam jî ji aliyê jinên xwe ve bi alîkariya kesên din hatine kuştin.
Li gor amara Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtîjiya Dijî Jinan, di sala 2021an de li Herêma Kurdistanê 24 jin hatine kuştin û 61 jinan jî xwe kuştine.
