Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkayê li Hewlêrê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski li Hewlêrê civiyan û li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan dan xuyakirin ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfetek e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşembê 2ê Mijdara 2022an li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şandeke dîplomatîk û leşkerî ya pê re kir.
Derbarê hevdîtinê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Li gor daxuyaniyê, di civînê de pêşhatên herî dawî yên qada siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Her du aliyan amaje bi giringiya avakirina kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê kirin. Di daxuyaniyê de tê gotin, “her du aliyan tekezî li giringiya destnîşankirina karên herî sereke yên hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin.”
Nêçîrvan Barzanî û Alina Romanowski di vê civînê de “hemfikir bûn ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfetek e û dikare kar bo aramî û îstiqrara li welat bê kirin ku bandora wê dê li ser îstiqrara tevahiya navçeyê hebe.”
Di civînê de behsa têkiliyên Iraqê yên ligel welatên cîran jî hat kirin û Serokê Herêma Kurdistanê û Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê “hemfikir bûne ku hikûmeta nû ya Iraqê xwedî derfet e ji bo ku bi rêya xweşkirina zemîneyeke guncaw weberhêneran han bide û sermaye û kerta taybet a biyanî han bide daku beşdarî û hevbeşî di proseya pêşxistina welat de bikin.”
Di hevdîtinê de tîkiliyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Tekezî li ser xwesteka Amerîkayê ya bo pêşxistina alîkariyan û peywendiyên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re hat kirin”, û Balyoza Amerîkayê behsa “proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge” kir û “piştgirî û alîkariya welatê xwe bo serxistina wê proseyê nîşan da.”
Di hevdîtinê de pirsgirêkên Hewlêr-Bexda, gotûbêj û hewldanên bo çareserkirinê, giringiya çareserkirina pirsgirêka petrol û gazê li gel Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û giringiya aramkirina aloziyan, guhertina avhewayê û çaksaziya aborî jî hatin gotûbêjkirin.
Rudaw
