• Saturday, 21 February 2026
logo

Dadgeha Amerîkayê daxwaza pasevanên Erdogan red kir

Gulan Media November 1, 2022 Nûçe
Dadgeha Amerîkayê daxwaza pasevanên Erdogan red kir

Dadgeha Bilind a Amerîkayê di derbarê bûyera sala 2017ê li ber Konsolxaneya Tirkiyê ya li Washingtonê de  ku parêzvanên Serokomarê Tirkiyê êrişî xwepêşanderan kiribûn, biryar da. Li gor biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê parsevanên Erdogan, nikarin ji yasaya “parastinê” sûd werbigirin.

Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryara xwe têkildarî daxwaza hilweşandina 2 dozên qerebûkirinê yên der barê pasevanên Erdogan de ku di dema serdana xwe ya Washingtonê ya sala 2017an de li xwepêşanderan xistibûn, eşkere kir.

Di vê êrişê de 11 kes birîndar bibûn û kesên rastî êrişê hatin li dijî Tirkiyê 2 doz vekirin.

Tirkiyeyê daxwaz kiribû ev doz bê hilweşandin, bi hêceta Yasaya Parêzbendiya Serweriya Biyanî, lê Dadgeha Bilinda Amerîka ev daxwaza Tirkiyê ret kir û dê doz berdewam bike.

Çi bibû

Di sala 2017ê de dema Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Washington kir, piştî hevdîtina xwe ya bi serokê wî demî yê Amerîka Donald Trump re, dema diçû konsolxaneya Tirkiyê li ber deriyê avahiyê xwepêşander rawestabûn û daxwza azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş kirin. Pasevanên Erdogan êrişî xwepêşanderan kiribû û çend kes birêndar bibû. Wan birêndaran li dijê Tikriyê doz vekirin. Ew doz hêj bedewam e.

 

Rudaw

Top