• Saturday, 21 February 2026
logo

Ewrûpa spaha Qudis dixe nava lîsteya terorê de

Gulan Media October 31, 2022 Nûçe
Ewrûpa spaha Qudis dixe nava lîsteya terorê de

Niya YE nîqaş li ser vê mijarê dike.

Wezareta derve ya Almanyayê ragihandiye ku, niya Yekîtiya Ewrûpayê rixmî nîqaş kirin li ser danîna dorpêçên dijwar û berfire li ser rejîm û rayedarên rejîma Îranê, hevdem YE hewl bo biryareke nû dijî Îranê dide.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Almanyayê de hatiye diyarkirin ku, YE dest bi nîqaş kirin û amadekarî kirin bo vê yekê dike daku, spaha Qudis û hin hêzên din yên Îranî bixe nava lîsteya terorê ya YEê.

ji aliyeke din ve YE hewl bo vê yekê dide daku, rayedarên Îranê jî jiber bikar anîna tundî li dijî xwepîşanderan, cezayên dijwartir bixe ser rayedarên rejîmê.

Top