Piştîwan Sadiq: Asayîşa Herêma Kurdistanê xeta sor e
Şandeya PDKê ya ji wezîrên nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêktê, di berdewama civînên li gel aliyên siyasî de, li gel Komela Dadgerî ya Kurdistanê civiya û kiryarên terorîstî yên roja berî nah ali bajarê Hewlêrê pêkhatine û awayê reftarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel bajar û navçeyan û vegerandina dahatan mijarên wê hevdîtinê bûn.
Piştî civînê bo navê şandeya Wezarên PDKê Piştîwan Sadiq, amaje bi kuştina efserê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Hawkar Ebdula Caf kir û ji rojnamevanan re got: ‘’Encamdana kiryarên terorîstî li Hewlêr û Kurdistanê nayê qebûl kirin. Asayîş û seqamgirî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê xeta sor e û nabe ti kesek jî berê xwe bide kiryarên wisa.’’
Piştîwan Sadiq got: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr bi yek çav li hemû navçe û bajarên Kurdistanê dinêre. Ji ber wê jî pêwîste bi heman awayî agahî li dahat û xercên hemûn parêzgehan be.’’
Endamê şandeya PDKê got, ti pirsgirêkekî wisa kûr li holê tine û hemû pirsgirêk jî bi gotûbêjan tên çareser kirin.
Serokê Fraksyona Komela Dadgerî li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd jî ragehand: ‘’Kurdistan roj bi roj ber bi rewşekî naziktir û dijwartir ve derbas dibe. Ji ber wan nakokî û pirsgirêkan, rûyê du îdareyî zêdetir xwe nîşan dide. Ev jî bo hemû aliyan xirabe û zêdetir ziyanê digehîne xelkê.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Em pêşneyar dikin lijneyekî parlamentoyê ya ji hemû pêkhateya fraksiyonên cuda lêkolîn û dûvçûnekî hûr ji bo dahata hemû cîha bike û pêşkeşî aliyên pêwendîdar bike û eger pêwîst jî bike bo raya giştî aşkera bike.’’
Basnews
