Fransa ciwanekî Kurd vedixwîne Korbenda Aştiyê ya Parîsê
Ciwanekî Kurd ê ji Herêma Kurdistanê ji aliyê Fransayê ve bi fermî hatiye vexwendin daku beşdarî di Foruma Aştiyê de bike ku dê li Parîs a paytexta Fransayê were lidarxistin.
Dê di 11 û 12ê Mijdara 2022an de Korbenda Aştiyê li Parîsê bi amadebûna hejmarek serkirde û kesayetên cîhanê were lidarxistin û Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî dê di korbendê de gotarekê pêşkêş bike.
Li gor zanyariyan, ciwanekî Kurd ê bi navê Remezan Îsmaîl Şêrwanî ji Başûrê Kurdistanê bo forumê hatiye vexwendin.
Remezan Îsmaîl Şêrwanî ji Rûdawê re got, “Ez ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke balyozê aştiyê hatime destnîşankirin û li ser daxwaza Fransa weke ciwanekî Iraqî, dê bi cil û bergên Kurdî beşdarî di pêncemîn korbenda Parîsê de bikim.”
Remezan Îsmaîl Şêrwanî niştecihê bajarê Hewlêrê ye û ji sala 2019an ve ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek balyozê ciwanên cîhanê bo aştiyê hatiye destnîşankirin.
Pêncemîn Korbenda Aştiyê ya Parîsê (Paris Peace Forum) dê di rojên 11 û 12ê Mijdara 2022an de bi navnîşana Derbasbûna ji pir krîziyê li Parîsê bihê sazkirin. Neteweyên Yekbûyî û Fransa serpireştiya lidarxistina wê korbendê dikin.
Keça Kurd a Êzidî û wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê Nadiya Murad jî dê di korbendê de amade be û gotarekê pêşkêş bike.
Rudaw
