• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Kelarê ji bo 4 rojan Festîvala Bazar dê birêve biçe

Gulan Media October 31, 2022 Corane
Li Kelarê ji bo 4 rojan Festîvala Bazar dê birêve biçe

Li bajarê Kelar a navenda îdareya Germiyanê, sêyem Festîvala Bazar dê ji bo çar rojan birêve biçe.

Beşa ragehandina rêveberiya giştî ya geştûguzar a Germiyanê ragehand, bi serpereştiya rêveberiya wan ve Sêyem Festîvala Bazar li wargeha Kelar a Geştyarî dê roja 02.11.2022yê destpê bike û heta 06.11.2022yê ji bo çar rojan berdewam bike û demjimêr 10:00ê destpê bike û heta 18:00ê êvari jî berdewam bike.

Li Kelarê her sal meha 11ê de Festîvala Bazar birêve diçe ku beşek ji şîrketên navxwe û derve û şîrketên navçeyê beşdar dibin û bendewarî heye îsal jî xelkekî zêde serdana festîvalê bike.

 

Basnews 

Top