• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Xarpêtê pêşbaziya nêçîra masiyan hat kirin

Gulan Media October 18, 2022 Corane
Li Xarpêtê pêşbaziya nêçîra masiyan hat kirin

Li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê û li Bendava Kebanê pêşbaziya nêçîra masiyan hat lidarxistin û ji 72 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 242 nêçîrvan têde beşdar bûn.

Kesên beşdar di pêşbaziyê de bo dema 3 rojan pêşbaziya nêçîra masiyan kirin.

Serokê Komeleya Parastina Ajeldarên Avê û Nêçîrên Werjîşvan, Harun Gulecen ragihand, “Çalakiya me sê rojan berdewam kir. Mêvanên me di konê xwe de man û bi belemên xwe beşdar bûn. Kesên belemên wan nebûn jî me belem dan wan.”

Nêçîrvanên serkeftî bi 50 hezar lîreyên Tirkî, ku dike nêzîkî 3 hezar dolar hatin xelatkirin.

Akademîsyenê Beşa Berhemên Avê ya Zanîngeha Xarpêtê, Tuncay Ateşşahin jî dibêje, “Armanca me ew bû, ku em dildarên masîvanên şewkê bînin ba hev. Ev tûrnûwa li Riha, Meletî û Semsûrê dihatin kirin. Êdî li Xarpêtê jî bû sektorek û pêwîstiyeke wiha hebû. Me jî biryar da ku em vê tûrnûwayê bikin.”

Di sê rojên tûrnûwayê de li Bendava Kebanê 21 masiyên Qulingê Firatê hatin nêçîrkirin.

Bendava Kebanê ya li navçeya Kebanê ser bi parêzgeha Xarpêtê di navbera salên 1965-75an de bi armanca berhemanîna elektrîkê hatiye çêkirin û dirêjahiya rûberê wê 125 kîlometre ye.

 

Rudaw

Top