• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Stenbolê Pêşengaha Ciwaniyê ya Navdewletî hat sazkirin

Gulan Media October 15, 2022 Corane
Li Stenbolê Pêşengaha Ciwaniyê ya Navdewletî hat sazkirin

 Li Stenbolê Pêşangeha Ciwaniyê ya Navdewletî hate lidarxistin. Di pêşangehê de hejmareke zêde ya kompaniyên ji Kurdistanê jî amade bûn. Di pêşangehê de ku ji 145 welatên cîhanê beşdarî tê de kirin, bi hezaran berhemên ciyawaz yên ciwaniyê hatin pêşandan.

Pêşangeha Berhemên Ciwaniyê ya Navdewletî (BEAUTY ISTANBUL) li bajarê Stenbolê bi beşdariya 145 welatan hate lidarxistin. Di pêşangeha îsal ya li Stenbolê yekem car kompaniyên ji Herêma Kurdistanê jî beşdarî tê de kirin.

Kompaniya ku ji paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê beşdarî Pêşaneha Ciwaniyê ya Navdewletî kir, armanc dike ku markaya Kurdistanê û berhemên ciwaniyê raberî welatên li cîhanê bike û di sektora ciwanbûnê de ciyêwaziyekê pêk bîne.

Yûsif Ebûbekir ji K24ê re diyar kir: “Heta niha zêdetir li çendîn welatên Ewrûpa yên wekî Fransa, Brîtanya û Îtalya li ser vê merqeyê daxwazeke zêde hebû. Em jî dixwazin di dahatûyê de vê merqeyê li seranserî cîhanê berbelav bikin û bifiroşin.” 

Pêşangega Ciwaniyê ya Navdewletî ku ji sedî 57ê wê ji beşdarên biyanî pêk tê û fersendên karkirinê ya di nava kiryar û firoşkaran de di nava xwe de dihewîne bi berhemên ciyêwaz yên di siktora kozmetîkê de deriyên nû vedike. Kompaniya ku ji Dihokê jî beşdariyê di pêşangehê de dike, dixwaze bi rêya markeyên biyanî û bi kalîte hem li Kurdistanê xizmetî Kurdan bike û hem jî Kurdan bi berhemên biyanî yên ciwaniyê baştir bide nasîn.

Nûnerê Kompaniya Berhemên Ciwaniyê li Kurdistanê Riyad Gergerî ji K24ê re destnîşan kir: “Me divê em tiştekî ciwan û muretteb li Duhok û Kurdistanê pêş bixîne; tiştekî ciwan û muretteb bo milletê me. Tiştekî gazindên wan jê çê nebe. Ya ewil. Ya duyem jî me xwest em wekî Kurdek li vê derê beşdar bibin wisa. Ev bo me jî baş e bo milletê me jî pêşkeftineke baş e.”

Beşek ji welatiyên beşdarî pêşangehê bûne didin zanîn, ew pê kêfxweş in ku bi rêya vê pêşangehê bi hazaran berhemên ciwaniyê yên navdewletî di nava hev de dibînin. Beşek ji welatiyan jî naverokê û berhemên di pêşangehê de qels û lawaz dibînin.

 

K24

Top