• Sunday, 22 February 2026
logo

TUIK: Diyarbekir bajarê herî nebextewer e

Gulan Media September 5, 2022 Corane
TUIK: Diyarbekir bajarê herî nebextewer e

 Bajarên wek Diyarbekir, Dêrsim û Riha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, bajarên herî nebextewer û xelkê ji jiyana xwe ne razî ne.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), duhî 4ê Îlonê encamên lêkolînên “Dilxweşiya Jiyanê” eşkere kirin. Li gor encamên lêkolînê, piraniya xelkê bajarên Bakurê Kurdistanê ne bextewar û ne dilxweş in.

Li gor encaman, asta kesên nedilxweş li Diyarbekirê sedî 24.75 e û di asta Bakurê Kurdistan û Tirkiye de bajarê herî ne dilxweş e. 

Bi rêjeya sedî 24, 2 Dêrsim duyemîn, bi rêjeya 21 jî Riha sêyemîn bajarên nedilxweş derketin.

Bajarên Îsparta, Bolû û Bîlecîk yên rojavayê Tirkiyeyê, wek dilxweştirîn sê bajarên Tirkiyeyê hatin dîtin. 

 

 

K24

Top