Bi demdijêjî temaşe kirina telefonê dibe sedema avabûna qirmiçokan!
Di lêkolîneke nû ya li Amerîkayê de hat ragehandin, ronahiya şîn ya ku li amûrên teknolojiyê de tên, ziyan didin û dibe ku bibe sedema avabûna qirmiçokan.
Di xebata ku ji aliyê mirovên zanyar yên li zanîngeha Eyaleta Oregonê hat pêk anîn de, bal tê kişandin ku ronahiya şîn dikare çavan biwestîne û rê li ber vîzyona şewqbûyî û kataraktê veke, ketina xewê jî zehmet dike.
Di lêkolînê de hat ragehandin, ronahiya şîn ya ku di amûrên teknolojiyê de belav dibin, di fonkisiyonên şane ango hucreyan da rê li ber xirabûn û pîrbûnê vedike, û zanyaran 14 rojan ronahiya şîn li ser pêşûyên fêkiyan ceribandin.
Di encama xebata ku ji aliyê zanyarên zanîngeha eyaleta Oregonê de pêk hat de, ragehandin hema hema di hemû mezinan de her roj bi rêya telefon, komputerên kar û televezyonan ji ronahiya şîn re rû bi rû mayîn çê dibe û ziyanê dide şaneyan.
Dr. Jadwiga Giebultowicz, biyologê ku lêkolîn birêve bir, hişyarî da ku ronahiya şîn dikare "bandorek xirab li ser şaneyên cûrbecûr di laşê me de bike" û got, "Lêkolîna me nîşan dide ku pêşîgirtina li ber çavgirtina ronahiya şîn dikare stratejiyeke baş a li dijî pîrbûnê be."
Di lêkolîna beriya naha de hişyarî hatibû dayîn ku nêrandina zêya ya şaşeyê rê li ber metirsiya obezîte û pirsgirêkên tendurustû yên zihnî vedike.
Herwaha di encama xebatê de hat diyar kirin, ronahiya şîn çavan diwastîne û dibe sedema şêlû dîtinê û dibe ku rê ji ber dejenerasyona macula û kataraktê veke û rîtma sîrkadiyenê xirab bike ketina xewê jî zehmet bike.
Basnews
