• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî: Ebdilmehdî ji kêşeyên Kurdî têdigihe û hêviya me mezin e

Gulan Media November 28, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Ebdilmehdî ji kêşeyên Kurdî têdigihe û hêviya me mezin e
Piştî vegera wî ji bo Herêma Kurdistanê, îro Serok Mesûd Barzanî kongirekî rojnamevanî lidar xist û behsa encamên serdana xwe ji bo Bexdayê kir.

Serok Barzanî got: Di hemû qunaxan de, me bi berdewamî tekezî li ser wê yekê kiriye, ku hemû giriftên li gel Bexdayê divê bi jihevtêgihiştinê û rêzgirtin û aştiyane bên çarekirin. Me ti carî riya şer hilnebijartiye, lê Bexdayê deriyê xwe li pêşya her tiştî girt û riyeke din hilbijart.

Serok Barzanî got jî: Niha derfeteke din hatiye pêş û Adil Ebdilmehdî dostê me ye û mirovekî ji kêşeya Kurd û Kurdistanê têdigihê û berî niha li Herêma Kurdistanê jiya ye, lewra hêviya me mezin e, ku em karibin li gel wî çareyeke gellekî baş ji hemû kêşeyan re bibînin. Wî jî ji me re tekez kir, ku ewê bi hemû karînên xwe piştevaniya me bike, hêviya me ew e, ku emê li gel wî lihevtêgihiştineke baş bibînin.

Serok Barzanî diyar kir: Li Bexdayê me serdana hemû aliyan kir, ewên dostên me bûn, ewên pêwendiyên xwe li gel me parastin û me serdana wan kesan jî kir, yên ku dijatî li gel me dikirin. Me behsa hemû giriftan kir, bi taybetî navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, em gihiştin jihevtêgihiştineke baş, ku hemû kêşe bi riya maddeya 140 bên çarekirin.

Herwiha got: Ez naxwazim pêşbîniyên xelkê gellekî bilind bikim, ez jî weku xelkê çav li rê me, ji ber ku karên li pêşya me, demeke dirêj dixwazin, lê niha hemûyan baş fêm kiriye, ku ji bilî diyalogê, bi ti riyeke din kêşe çareser nabin. Ez geşbîn im û herdem geşbînî baştir e ji reşîbîniyê. Em bizavên ciddî dikin ku giriftên abûrî, siyasî, serbazî û emnî çare bikin bi awayekî ku xêra hemû aliyekî tê de be.

Serok Barzanî got jî: Piştî Bexda min li Necef Muqteda Sedir dît, helwesta wî gellekî erênî bû, piştre em çûn Îmarat û Kiwêt, wan serdana me ji bo Bexdayê pêşwazî kir û amadebûna xwe ji bo hevkariyê dan xuyakirin. Dostaniyeke me ya dîrokî li gel herdu welatan heye. Ev karnameya serdana me ya vê carê bû, emê careke din serdana hin welatên din bikin.

Serok Barzanî, di bersiva xwe de li ser pirsên rojnamevanan de got: Derbarê destûra Herêma Kurdistan, kêmaniyeke mezin bû û şaştiyeke mezin bû ku neket dengdanê de, ew yek jî ji ber niyetpakiyê bû ji bo parastina yekrêziyê, lê di çar salên dahatî de, emê bibin xwedî destûreke rêk û pêk.

Derbarê bicîkirina maddeya 140, Serok Barzanî got: Divê li gorî destûrê ew made were bicîkirin, wek nimûne Kerkûk, me di her demê de gotiye: Divê bibe nimûneya pêkvejiyana pêkhateyan, lê nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye, divê pirsa Kerkûkê û hemû navçeyên din, bi sê pêngavan li gorî destûra Iraqê bên çarekirin. Yekem asayikirina rewşê, serjimêrî û piştre rapirsî ye, ji bilî vê riyê, ti riyeke din ne guncayî ye.

Derbarê navçeyên Sunnî, Serok Barzanî ragihand: Tevahiya wan pirsan me li gel Serokwezîrê Iraqê û berpirsan gotûbêj kir, xizmetkarî tine ye, rewşa emnî xirab e û heya meşextên wan deveran bixwazin li Herêma Kurdistanê bin, ewê bimînin û deriyên me ji wan re vekirî ne, lê riya vegera wan bi riya parastina aramiyê û peydakirina xizmetkariyan ji bo wan tê xweşkirin.

Li ser pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê wê kengî dest bi gotûbêjan bike û kê ji bo pêkanîna Hikûmta nû erkdar bike, Serok Barzanî got: Niha gotûbêj di navbera şanda PDK û aliyên din de berdewam in. Dema kandîd hat ragihandin, wê demê emê zanibin ka ewê kî be.

Serok Barzanî got: Çûna min ji bo Bexdayê ew bû, ew dîwarê derûnî hatiye dirustkirin bişike. Dixwazin tekeziyê li ser helwesta xwe ya aştîxwaz bikin. Hemû pirsgirêkên mezin û biçûk bi riya diyalogê çare bikin. ji bo wê mebestê jî me hemû berpirs û serokên partiyan dîtin û me hemûyan niyaza xwe nîşan da, heger niyaz hebe, çendî pirsgirêk mezin be, çareser dibe. Hêviya me heye pirsgirêk çareser bibin, ji ber ku min ew niyaz li Bexdayê dît.

Li ser daxwaza aliyên Iraqî ku Serok Barzanî destpêşxeriyê ji bo aştiya niştimanî û dawîanîna pirsgirêkên siyasî li Iraqê bike, Serok Barzanî got: Em wê yekê ji aliyê xwe ve gotûbêj dikin, bo bizanin serkeftî dibe yan na, heger serkeftî nebe, em ti gavekê navêjin.

Derbarê gerentiyên ku Herêma Kurdistanê careke din ji aliyê Iraqê ve rastî êrîşên serbazî û girtina firokxane û sînoran nebe, Serok Barzanî got: Ti pêşbîniyekê nakim ku Adil Ebdilmehdî biryarekê wek ewên berî xwe bide, wek birrîna mûçe û girtina firokxaneyan, hêvîdar im ev dubare nebin, ji ber ku diyar bû ku ti encam jê derneket. Rast e me ziyan dît û pirsgirêk dirust bû, lê derket encama wê yekê tine ye û ew ezmûneke binketî bû, ew jî gihîştin wê encamê ku ji bilî diyalogê ti riyeke dinî mifadar tine ye. Bi xwe jî pêşbînî nakim ku Adil Ebdilmehdî bixwaze xelkê Kurdistanê eziyet bide. me behsa wan babetan kir, ew dixwaze gellek tiştan bike, lê niha nikare.

Di bersiva xwe de li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê derbarê DAIŞê, Serok Barzanî got: Mixabin DAIŞ bidawî nebûye û bi asanî bidawî nabe û berê ji niha xirabtir bû, lê niha şerê li dijî DAIŞê ji berê dijwartir bûye. Berê dihat zanîn ew li ku ne û pilanên serbazî dihatin danîn me zanîbû çawa em êrîşî wan bikin, lê niha ew çekdarana nediyar in, berê şer li ser erdê bû, niha ew di bin erdê de ne. Hevdem li gellek cihan vegeriyan e û eşkere hebûna wan heye. Sedema wê yekê jî çarenekirina wan kêşeyan e ku bûne sedema derketina Qaîde berî niha û DAIŞê di vê dawiyê de.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir: Heya niha kar li ser encaman hatiye kirin, lê li ser sedeman nehatiye kirin, dibe ku DAIŞ nema karibe navçeyeke berfireh dagîr bike, lê ziyan û êrîşên terorîstî dike.

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û navçeyê Serok Barzanî got: Roj bi roj pêwendiyên me baştir dibin û niha pêwendiyên me li gel welatên cîran û Kendavê baş in.

K24
Top