• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Stenbolê konferansa mêşvaniyê birêve çû

Gulan Media August 27, 2022 Corane
Li Stenbolê konferansa mêşvaniyê birêve çû

Kongreya herî mezin a hingiv û mêşvaniyê ku li ser asta cîhanê ew 124 sal in birê ve diçe li Stenbolê dest pê kir. Kongreya bi navê Apimondia ku du salan carekê tê lidarxistin 47mîn car deriyên xwe ji mêşvan û pêwendîdarên qadê re vekir. Kongreya ku biryar bû îsal li Rûsya birêve biçe, ji ber şer bo Stenbolê hat arastekirin. Li qada mêşvaniyê çi amûr û pêdawîstî hebin, tevî hingivên cor bi cor û bi kalîte li pêşengehên konreyê ne.

Stenbol di van rojan de mazûvaniya kongreyeke mezin û girîng dike. 47mîn Kongreya Navdewletî ya Mêşvaniyê ya bi navê Apimondia li vî bajarî birêve diçe. Di çarçoveya kongreyê de ji zêdeyî 50 welatan mêşvan, bazirganên qadê, akademisyen û aktor li vî bajarî ne. Hejmarek veterîner û mêşvan û akademisyenên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî beşdariyê kongreyê bûne.

Serokê Yekîtiya Mêşvanên Tirkiyê Zîya Şahîn got, “Tirkiye di warê mêşvaniyê de duyemînê cîhanê ye. 8 milyon 200 hezar sindoq mêş hene. Di warê corê mêşan de jî di warê berhemanînê de jî em duyem in. Li cîhanê tu cihekî din nîne ku 9 mehan goncav be bo mêşvaniyê. Lê dîsan jî em ne li asta bi dilê xwe ne. Me razemeniyek baş kiriye di van 15 salên dawîn de lê divê em waletê xwe bigihînin asteke baştir û bibin yekem li cîhanê.”

Di çarçoveya Kongreya Navdewletî ya Mêşvaniyê de ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî nêzikî 50 akademisyen, veterîner û akedemisyen li Stenbolê ne. Beşdarên kurd bi workshop û dîdarên taybet bi herçar perçeyên Kurdistanê hewl didin tecrubeyên mêşvanî û pizîşkiya veterîneriyê bi hev re par ve bikin, danûstandinên di nava her çar perçeyan de xurtir bikin û bi saya tomargeheke hevpar, sewalgerî, masîvanî û mêşvaniya Kurdistanê pêş ve bibin.

Mamosteyê Zankoya Sineyê Mihemmed Rezm got, “Ez kêfxweş im ku beşdar bûm. Beşdaran zanyariyên xwe bi hev re guhertin. Mêşvanên bi ezmûn tê de bûn û her wiha kesên lêkoler ên baş jî hatibûn. Li Stenbolê Kongreya Navdewletî ya Mêşvaniyê ye, em jî wek Kurd bi halê xwe beşdar bûn, nîvroj ez ê gotarekê bidim, Xwedê bike em ê di pêşerojê de pêşketîtir bin û remz û nirxên me diyar bin di warê mêşvaniyê de wek Kurd li cîhanî û bi taybetî li Kurdistanê.”

Biyolog Celal Kerîm anî ziman, “Mixabin, ew ê ku li Kurdistanê heye ji aliyê guncaviya keşûhewa û xweza ji bo berhemanîna hingiv li kêm cihê din hene lê berhemanîn nehatiye kirin. Ji ber herêma Zagrosê ku çend beşeke Kurdistanê digire nav xwe, yek ji platoyên dewlemend e di warê mêşvanî û gihayên pizîşkî bi taybetî. Yek ji platoyên herî mezin ê cîhanê ye ku meriv dikare jîngeheke guncav lê çê bike û mêşvaniyeke serkeftî û giyayên pizîşkî berhem bîne. Ev li Kurdistanê heye lê wek pêwîst nehatiye bikaranîn.”

Bo beşdariya vê kongreya ku weke kongreya herî kevn ya cîhanê jî tê zanîn ji zêdeyî 50 welatan mêşvan, akademisyen û kesên pêwendîdar li Stenbolê ne. Kongreya ku wê 5 rojan berdewam bike dê mazûvaniya serlêdana zêdeyî 5 hezar kesan bike. Tirkiye di warê hingivîn û mêşvaniyê de gavên berfireh û mezin diavêje û qîmeta ku bi vê qadê tê dayîn jî di salên dawîn de her zêdetir dibe.

 

Rudaw

Top