Rêkeftina Edeneyê di navbera Sûriye û Tirkiyê de
Ligel hewlên nêzîkbûna di navbera Sûrriye û Turkiyê de, ji bo asayîkirina pêwendiyan, careke din behsa Rêkeftina Edeneyê tê kirin.
Ev demek e Tirkiyê dest bi hewla asayîkirina peywendiyên li gel Sûriyê kiriye. Destpêkê Wezîrê Derve yê Tirkiyê axaftinek li ser asayîkirina peywendiyan kiribû û bibû sedema karvedanên mezin, lê niha Serokomarê Tirkiyê bi awayeke aşkere behsa pêşdebirina peywendiyan kir û ragihand ku divê ew demildest li gel Sûriyê aştiyê dabîn bikin û divê pêngavên pêşdetir bavêjin. Hikûmeta Sûriyê jî helbet xwe bêdeng nekiriye û wan jî hinek daxwaziyên xwe hene ku li rêza yekê mijara Idlibê ye.
Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê ku her du welat tê de bûn aliyên dijber, Tirkiyê di Adara 2012an de pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re qut kir. Tevî vê yekê jî, rayedarên Tirkiyê her tim tekez dikin ku dema ku mijar dibe mijara ewlehiyê û şerê li dijî terorê, her tim di navbera her du welatên cîran de hevdîtin pêk tên. Lê belê, Şam, bi awayekî kategorîk van îdîayan red dike.
Di Çileya 2020an de, Rûsyayê civîneke, ya yekem ji vî rengî di nav deh salan de, di navbera serokên servîsên îstîxbarata Tirkiye û Sûriyê, Hakan Fîdan û Alî Memlûk de, li Moskowê hêsan kir.
Di nav van nîqaşan de ''Îhtimala xebata bi hev re ya li dijî hêzên Kurdî'' hat kirin.
Têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê her tim ji aliyê mijarên girêdayî doza Kurd ve girêdayî ye û ev jî bûye xaleke ji hev cuda yan jî li hev dicivîne.
Bêyî ku tu hûrgilî li ser esasê hevkarî û mekanîzmaya ku dê bi vî rengî pêk were, nehatine dayîn, rayedarên rûsî carcaran ji Sûriye û Tirkiyê xwestin ku peymana Adana 1998 aktîf bikin.
Rêkeftina Edeneyê
Rêkeftina Edeneyê di navbera Sûriye û Turkiyê de, 20ê Cotmeha 1998an hate îmzekirin.
Ew rêkeftin bi çavdêrî û alîkariya Îran û Misrê hate kirin û hejmarek ji xalan li xwe girtine.
Ji xalên sereke yên Rêkeftina Edeneyê:
- Nabe Abdullah Ocalan li Sûriyê be û ne jî rê pê tê dan ku derbasî Sûriyê bibe.
- Rê bi endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nayê dan ku ji derve derbasî Sûriyê bibin.
- Nabe serbazgehên PKKê li nav xaka Sûriyê hebin û nabe jî ku çalak bibin.
- Hejmarek ji endamên PKKê hatin girtin û dadgehkirin.
Herdu aliyên Tirkiye û Sûriyê li ser van xalên jêrîn gihiştin rêkeftinê:
- Sûriye rê nade ku xaka wê ji bo gihandina ziyanê bi ewlehî û aramiya Tirkiyê, bê bikaranîn û rê jî nade ji bo hawirdekirina çek û keresteyên lojestî û alîkariya darayî û propagandayê ji bo çalakiyên PKKê li ser zeviyên Sûriyê.
- Sûriye Partiya Karkerên Kurdistanê weke rêxistineke terorî polên kir.
- Sûriye rê nade PKKê ku serbazgehên rahênana leşkerî û çalakiyan li nav xaka Sûriyê bike.
- Sûriye rê nade endamên PKKê li zeviya wê ji bo derbasî welatekî din bibin, bikar bînin.
- Sûriye wê hemû rêkaran bide ber xwe ji bo rê li ber derbasbûna serkirdeyên PKKê bigire.
Herdu alî gihiştin rêkeftinê ku hejmarek ji rêkar û mekanîzmayan bidin ber xwe ji bo cîbicîkirina xalên Rêkeftina Edeneyê, ji wan rêkar û mekanîzmayan:
-Peydakirin û karkirina hêleke telefonî di navbera desthilatên ewlehî de, li ser asata bilind, di navbera herdu dewletan de.
-Herdu alî wê nûnerên ewlehî yên taybet li nav şandên xwe yên deplomasî li Enqere û Şamî destnîşan bikin.
-Aliyê Sûrî wê rêkarên pêwîst bide ber xwe ji bo pabendbûna bi bendên rêkeftinê û gihiştina bi encamên guncaw.
Li ser bingeha wê rêkeftinê, nakokiyên sînorî yên herdu dewletan bidawî dibin.
Eger aliyê Sûrî di standina rêkarên ewlehî yên pêwîst de biser nekeve, êdî ji mafê Tirkiyê ye, heta kûrahiya 5 kîlometreyan derbasî nav xaka Sûriyê bibe.
Rudaw
