Geşta çiyakêşî û çandî ya Navenda Barzan a ji bo Bakurê Kurdistanê
Çiyakêşên Navenda Barzan, geştek ji bo Bakurê Kurdistanê pêkanîn û bi hevbeşiya li gel gruba çiyakêşên Gever û Cizirê çend geştekî çiyakêşî û çandî pêkanîn.
Serokê Navenda Barzan a jîngeparêzî û Çiyakêşiyê Enwer Dolemerî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di berdewama geşta çiyakêşiya me de û çiyakêşî û geştyarî û çandî ya ji bo Bakurê Kurdistanê û navçeya Geverê, ku ji aliyê Qehreman Aytan ê berpirsê gruba Geverê yê çiyakêşiyê û geştyarî û muzîkê em dawet û vexwandibûn. Me geştek ji bo çiyayê Urşe û Gola Terazin, Gola Momin û Gola Karwanan û Keviya Pîr û Cîlo, Gancel û Oremar pêkanî.’’
Herwaha got: ‘’Wek yek çiyakêşên başûr ku ew cîhên gelek xweşik me ji nêzîk ve dît, geştekî pir bi ezmûn bû ji bo me, hem ji bo nasîna heval û çiyakêşan jî. Bi taybet navçeya Gever û gruba Cizîrê ku du geştên taybet de em li gel yek bûn.’’
Basnews
