Hinardeya petrola Kerkûkê bo Tirkiyê dest pê dike
Ji ber sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê, di mijara peydakirina enerjiyê de welatên navçeyê li pey alternatîvan digerin û hemû ev geşedan jî di demekê de ne, ku ji bo veguhsatina nefta Kerkûkê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê bi rêya hêla boriya Kurdistanê, behsa rêkvetinên nû tê kirin.
Şarezayên babetê jî dibêjin, eger Kurdistan bikare sûdê ji vî keşûhewayî bibîne dikare bibe beşek an hevbeşekê giring ê sîstema cihanî ya enerjiyê.
Serokê Kafkasamê, Hasan Oktay di vê derbarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje: “Hetmen pêwîste ku xeta Kerkûk- Yumurtalîkê were zindîkirin. Ev yek dê sûdê bide aboriya cihanê jî. Hem Tirkiye hem jî Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê jî dê sûdê ji vê yekê bibîn in û dê bibe derfet ku Herêm, piştî referandumê rewşa xwe baştir bike û bibe beşek ji sîstema enerjiya cihanî .”
Tirkiyê heta meha Gulan bihorî rojane zêdetirî 187 hezar bermîlên nefta xaw ji Îranê dabîn dikir, ji meha Gulanê ve heta meha Tîrmehê ew rêje dakete 130 hezar bermîlan û niha jî rojane 100 bermîl nefta Îranê digihe Tirkiyê.
Dema ku xeta Kurdistan-Ceyhanê careke din were aktîvkirin, Kurdistan û Iraq bi hevbeşî dikarin rojane zêdetirî 265 hezar bermîlên petrola Kerkukê veguhêzin Tirkiyê.
Aborînas û Bazirgan, Merîwan Jiyawok amaje bi bandora erênî ya hinardekirina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dike û dibêje: “Hatina petrola Kurdistanê ji bo Tirkiyê bandorekî baş li ser aboriya Tirkiyê hebû. Rojane herî kêm 500 hezar bermîlên neftê dihatin veguhastin.”
Rojane pêdiviya Tirkiyê bi 600 hezar bermîlên petrolê heye û li gorî daneyan, eger hêla veguhastina petrolê ya Kurdistan-Ceyhanê were çalakkirin, Tirkiye dikare beşeke zêde ya pêdiviya xwe bi vî rêya vîxetî dabîn bike.
Rudaw
