• Sunday, 17 May 2026
logo

Hikûmeta Iraqê li xwe mûkir hat: DAIŞ ji nû ve serî radike!

Gulan Media October 31, 2018 Nûçe
Hikûmeta Iraqê li xwe mûkir hat: DAIŞ ji nû ve serî radike!
Wezareta navxwe ya hikûmeta Iraqê li xwe mûkir hat ku DAIŞ ji nû ve serî radike.

Wezareta navxwe ya Iraqê bi beyanameyekî ragehand, roja 30.10.2018ê balefirên şer ên Iraqê binke û baregehên DAIŞê yên li parêzgeha Selahedînê bombebaran kirine û ji ber wê jî 4 çekdarên wê rêxistina terorîstî hatine kuştin.

Beyanameya wezareta navxwe ya Iraqê di demekê de ye ku çavkaniyên çapemenî û leşkeri yên Iraqê amaje bi wê yekê dikin ku DAIŞ li rojavayê Iraqê û bakûrê Bexdayê serî rakiriye û dest bi çalaki û kiryarên xwe yên terorîstî kiriye.

Malpera RT a Rûsî çend wêneyekî binke û cîhên veşartî yên hatine dîtin ên DAIŞê belav kirin.

Di meha 12 a sala 2017ê serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî ragehand, DAIŞ li Iraqê bi dawî bûye û êdî fikir û îdolojiya wê rêxistinê li bajarên Iraqê serî ranake.

Basnews
Top