• Monday, 16 February 2026
logo

Perlemana Ewropa: Em ji bo Hewlêr û Bexdayê aştî û aramiyê dixwazin

Gulan Media October 18, 2018 Nûçe
Perlemana Ewropa: Em ji bo Hewlêr û Bexdayê aştî û aramiyê dixwazin
Di roja diwem a civîna serkirdeyên Ewropa li Bruksela paytexta Belcîka, di kongirekî rojnamevanî de, serokê Perlemana Ewropa Antonio Tajani, di bersiva xwe de li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê de got: Peyama Yekîtiya Ewropa ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê, peyama aştî, aramî û pêkvejiyanê ye.

Derbarê birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û yên Perlemana Iraqê û amadekariyên pêkanîna Hikûmetên Hewlêr û Bexdayê, Antonio Tajani diyar kir, ku wan di civînên xwe de behsa vê mijarê nekiriye, lê peyama wan ji bo hemû aliyan, peyama aştî û aramiyê ye û got: Em daxwaza diyalogê û pêkvejiyanê dikin ji bo hemû aliyan.

K24
Top