PDKê bersiva YNKê da: Eger me şer nekiriba mala Mam Celal jî diket destê Heşda Şeibî!
Duhî malpera fermî ya YNKê bi armanca veşartin û nuxamtina xiyaneta 16 Cotmehê, buxtan avêtibû PDKê ku qaşo fermandeyên PDKê ji eniya şer reviyane! Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got, eger şerên Pirdê, Telsiqof, Mehmûdiye û Mexmûr nebûna niha mala Mam Celal jî bibû baregeha Heşda Şeibî û Hesen Pilays û yên mîna wî tê de bûn.
Elî Ewnî her wiha got, jixwe wê çaxê Mela Bextiyar û Kosret Resûl bi eşkere gotin ku rûdanên 16 Cotmehê ji encama xiyaneta komek korfehm û nezanan qewimiye. Yên ku xiyaneta 16 Cotmehê kirin, rûyê wan reş bûye. Ew sozên ku dabûn wan jî, pûç derketin. Dagîrker zêdetir hurmeta me digirin heta hurmeta wan. Ew, ji bona ku dijmin ji wan razî be, amade ne tevahiya welatê xwe teslîm bikin.
Wî berpirsê PDKê anî ziman ku di nîveka salên 60î de jî Birahîm Ehmed (xezûrê Mam Celal) û kesên derdora wî bibûn caş lê paşê Mam Celal hew da wê lekeya reş di dîroka YNKê de paqij bike lê ew deqa reş vê carê bi pêşengtiya Pavil, Lahûr û Aras û Ala û çend kesên din, bi vêrjinek din hat nûkirin.
Elî Ewnî da xuyakirin ku eger PDKê şer nekiriba û Kurdistan neparastiba tiştek bi navê Herêma Kurdistanê nedima û got, vêca niha jiyana hemû xelkê Kurdistanê ji cehenemê jî xirabtir dibû.
Basnews
