Çawîşoglu: Alîkariya Amerîka ji YPGê re pêwendiyên me asteng dike
Mewlûd Çawîşoglu ji rojnameya The Financial Times a Birîtanî re axivî û li ser piştevaniya Amerîka ji YPGê re got: Yek ji astengiyên li pêşiya pêşveçûna pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê, piştevaniya Amerîka ji çekdarên YPGê re ye. Ev mijar gellekî hestyar e.
Çawîşoglu li ser azadkirina keşe Brunson jî got: Qedera Brunson nikare pêwendiyên herdu welatan diyar bike.
Herwiha Çawîşoglu balkişand ser xaleke din, ku radestnekirina Fethella Gulen jî, astengiyan ji pêwendiyên Enqera û Washingtonê re çêdike.
K24
