Termên qurbaniyên Derya Îcê gihiştin Kurdistanê
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Zaxo ragihand, ku şevê din amadekarî hatinibûn kirin, daku termê çar ji wan welatiyên di Derya Îcê de binav bibûn, ji bo Herêma Kurdistanê bên veguhestin û berî demeke kin ew termana bi riya dergeha Ibrahîm Xelîl derbasî Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Herwiha peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir, ku sê ji wan kesên ku di Derya Îcê de xeniqîne ji bajarê Zaxo ne û yek ji bajarê Dihokê ye û got: Ji koma hejmara penaberên li ser pişta belema binavbûyî bûn, 11 kes ji Zaxo ne û 8 kes ji bajarokê Batîva ne yê ser bi Parêzgeha Dihokê ve.
Roja 10ê vê mehê belemeke penaberan di nav Derya Îcê de binav bû ku 35 penaber di nav de bûn û piraniya wan welatiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûryê bûn.
K24
