• Monday, 16 February 2026
logo

Yekgirtû: YNKê rêkeftinên mezintir li gel Iraqê pêkanîn e!

Gulan Media October 17, 2018 Nûçe
Yekgirtû: YNKê rêkeftinên mezintir li gel Iraqê pêkanîn e!
Berpirsê malbenda Kerkûkê yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ragehand, bûyerên 16ê cotmehê karesateke mezin a gelê kurd e û divê yên ku ew kirine bên dadgeh kirin. Herwaha got herçend berê rêkeftin di navbera Pêşmerge û Iraqê de hebûbe jî, lê YNKê rêkeftineke mezintir li gel Iraqê kiriye.

Berpirsê malbenda 6 a Kerkûkê yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mewlûd Resûl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bûyerên 16ê cotmehê şikesteke mezin û tewaneke biêş a gelê me ye. Ji ber xelkekî gelek zêde dervey îdareya herêma Kurdistanê ma. Ji ber bûyerên 16ê cotmehê malên wan hatin şewitandin, hatin talan kirin, koçber û derbeder bûn.’’

Herwaha got, 16ê cotmehê li gel xelkê Kerkûkê birîneke ku heta naha jî nehatiye pêçan. Ji ber berê hêzên Pêşmerge dinav bajarê Kerkûkê desthilat bû û hemwelatiyên bajar di rewşeke ewlehiyê de bûn. Lê naha ‘’xelkê wî bajarî rojane artêş û polîsê Îtîhadî û tanqên artêşa Iraqê dibînin. Ji ber wê hemwelatiyên Kerkûkê ziyaneke mezin ji bûyerên 16ê cotmehê dîtin.’’

Mewlûd Resûl got, berê bo şerê DAIŞê rêkeftin di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hate kirin, ku artêşa Iraqê bête hin navçeyan. Lê ‘’YNK li bajarê Kerkûkê zêdetir ji partiyên xwedî desthilatî bû. ji ber wê YNKê rêkeftina ji wê rêkeftinê mezintir hate kirin. Ji ber dagir kirina Kerkûkê tê wê wateyê ku ji rêkeftinê jî derbas kiriye’’

Navborî got; ‘’Pêwîste ew kesane bên dadgeh kirin, ji bere w bûyer karesatekî mezin bû û nabe rê bê dayîn ku karesateke waha mezin li ser gelê me bê dubare kirin.’’

Basnews
Top