• Monday, 16 February 2026
logo

Şêx Cehfer behsa xiyaneta 16ê cotmehê û têkelbûna kesên kurd dike!

Gulan Media October 15, 2018 Nûçe
Şêx Cehfer behsa xiyaneta 16ê cotmehê û têkelbûna kesên kurd dike!
Fermandarê yekîneyên 70ê yê Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cehfer ku berê ragehandibû ku grubek nav YNKê xiyaneta 16ê cotmehê pêkaniye, naha dibêje hin kesên kurd di xiyaneta 16ê cotmehê têkevtin û li gor wî eger lêkolînek hatiba kirin ew kes dê aşkera biban.

Di hevpeyvîneke li gel beşa kurdî ya Dengê Amerîka de endamê polîtburoya YNKê û fermandarê yekîneyên 70 yê Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cehfer ragehand, eger lêkolîn hatiba kirin derbarê 16ê cotmehê de, ‘’Dibe ku hin kesên ku kurd in, têkelbûn û li gel Iraqiyan dest dabûne hev û alîkarî û hemahengiya wan li gel Iraqiyan heyî aşkera biban.’’

Herwaha got, herçend wan dixwest lêkolîn bê kirin jî, ‘’Lê ti lêkolîn nehate kirin’’ û got: ‘’Ew kesên ku têkel bûne, bê guman eger lêkolîn û lêpirsîn hatiba kirin dê derketiba ku kurd in. Ji ber mesele her kurd e, raste ereb û tirkmen jî alîkarbûn, ku piraniya wan li pişt çeperên Pêşmerge lê Heşdî Şeibî bûn.’’

Şêx Cehfer di hevpeyvîneke li gel Dengê Amerîkayê ya roja 27.12.2017ê de ragehandibû ku; Grubek nav YNKê de heye ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin. Herwaha dixwestin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî radest bikin.’’ Lê gotinên ku naha dike li gel wan gotinên wî yên berê bi nakok in.

Herwaha Şêx Cehfer sala borî şewitandina binkeyên partî û fermangehên hikûmetê yên meha 12ê ya sala 2017ê jî wek provakasyona heman gruba YNKê pênase kiribû û ragehandibû ku: ‘’Dixwazin rewşa Kurdistanê têkbidin, bi taybet hemahengiya wan hebû li gel Iraqê, ku Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê bînin Silêmaniyê û hemû Kurdistanê.’’

Hewaha got: ‘’Heta ew gruba xayîn a YNKê hebe, metirsiya cidî li ser Kurdistanê heye. Ji ber berdewam hemahengiya wan li gel Iraqê heye û dixwazin artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bînin hemû Kurdistanê û radestî wan bikin, ku Kurdistan û ev destkevtane nemînin.


Basnews
Top