Baroya Amedê ji bo 46 emin kongreya asayi li hola çand û henerê ya Cegerxwin kombû
Roja yekemîn bi axaftin, bijartina divanê û axaftinên namzeta, roja duyem jî bi dengdan û deng jimartinê dawi hat. Encama hilbijartinê de Cihan Aydin bi 503 denga bû serokê baroya Amedê yê nû.
Hejayê gotinê ye ku bi giştî hezar û 275 dengên baroya amedê hene ji van hezar û 60 deng hatin bi karanîn, ji wan denga Serokê nû Cihan Aydin 503, Nahit Eren 315, Sertaç Buluttekin 147, Nevzat Kaya 86 û Cengiz Baysal 9 deng standin.
