• Monday, 16 February 2026
logo

Li Efrînê di navbera komên çekdar de şer derket

Gulan Media October 15, 2018 Nûçe
Li Efrînê di navbera komên çekdar de şer derket
Li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket.



Li gor çavkaniyên ji nav bajarê Efrînê ve, şeva derbasbûyî di navbera çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê de şer û pevçûn derket.



Derbarê sedem, encam û ziyanên şer û pevçûnên grûpên çekdar de ti zanyarî nehatine bidestxistin.



Çalakvanên herêma Efrînê dibêjin, ku hinek caran şer û pevçûn di navbera çekdaran de li ser dabeşkirina tiştên ku dizîne yan jî deverên ku dixwazin bidizin derdikevin.



Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê Adara îsal ve di bin kontrola komên çekdar ên opozisyona Sûriyê û hêzên artêşa Tirkiyê de ye.

Rudaw
Top