Dîplomatkarekî Amerîkî: Divê Kerkûk bi dilê hemû pêkhateyan be
Gerald Feieristein ji Kurdistan24ê re got: Niha Kerkûk di rewşeke taybet de ye û Amerîka bizavan dike rewşekê guncayî ji hemû aliyan re peyda bike.
Feieristein eşkere kir, ku bi awayekî berdewam hevrêzî di navbera serkirdatiya Kurd û Amerîka de hebû, niha jî Amerîka di vê qunaxê de, berdewam alîkariya Kurdan dike.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kurdên Kerkûkê ji postên siyasî û serbazî û îdarî yên wî bajarî hatin dûrxistin û desthilata niha li Kerkûkê hatiye sepandin, çendîn binpêkirin beramberî pêkhateya Kurd encam daye.
K24
