Li Bexda Serkirdeyekî Rewta Sedr hat kuştin
Çavkaniyek ji Rewta Sedr a bi serokatiya Mûqteda Sedr ku, di helbijartinên Parlamentoya Iraqê de weke lîsta Saîrûn yekem anîn, kuştina serkirdeyekî Rewta Sedr dûpat kir.
Li gor medyaya Iraqê ragehandî Şêx Elî Saîdî ji aliyê hejmarek çekdarên nenaskirî hat kuştin û termê wî hatiye dîtin.
Ji aliyê xwe ve hêzên ewlehiya Bexda lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kirine û heta niha ti zanyarî nehatine aşkere kirin.
Basnews
