• Monday, 16 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Kurd li Kerkûkê bêdesthilat in û riwê reş ê xayinan sipî nabe

Gulan Media October 14, 2018 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Kurd li Kerkûkê bêdesthilat in û riwê reş ê xayinan sipî nabe
Parêzgarê rewa yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ragihand, ku rewşa Kerkûkê nearam e û girûpeke nediyar dixwaze postê Parêzgarê Kerkûkê werbigire, lê ew yek wê ti mifayê li Kurdan neke, ji ber ku mîlîşyayên Şî`re li Kerkûkê desthilatdar in.

Dr. Necmedîn Kerîm behsa wê yekê kir, ku hin aliyan dev ji tevahiya postan berdane û dixwazn parêzgarekî Kurd deynin, daku riwê xwe sipî bikin, lê heger parêzgarekî Kurd jî li ser Kerkûkê destnîşan bikin, wê ti mifaya wî ji bo xelkê Kerkûkê tine be.

Herwiha Kerîm bi tundî rexne li Serokê berê yê Iraqê Fûad Meisûm kir, ku dema Hikûmeta Iraqê êrîşî Herêma Kurdistanê kir û destûr binpê kir, wî ti helwestek neda û bêdeng mabû.

K24
Top