Ji bo pêkanîna hikûmeta nû şanda Hevpeymaniya Binyad û Çaksazî gihîşt Hewlêrê
Peyamnêrê me got jî, her yek ji Serokê Hevpeymamiya Beyariq el-Xeyr Xalid Ubeydî, Serokê Kongreya Erebî Salih Mutleg û Serkirdeyê di Hevpeymaniya Weteniye Heyder Mela endamên wê şandê ne.
Da zanîn jî, şandeke Hevpeymaniya Binyad û Çaksazî ligel Serok Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dê bicive.
Serkirdeyê di Tevgera Hîkme Ebdula Zeydî ji K24ê re ragihand, armanca serdana şandê ji Hewlêrê ew e, ligel PDK bicive û pişte jî serdana bajarê Silêmaniyê dike.
Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî got: “Dilniya ne Adil Ebdilmehdî di rêvebirina kabîneya hikûmeta de serkeftî dibe.”
Diyar kir jî, Kurd daxwaza cibicîkirina madeyên destûrê yên taybet bi Herêma Kurdistanê dikin.”
Berpirsên Pêwendiyên Niştimanî ya PDKê Elî Husên ji K24ê re got: “Şanda Hevpeymaniya Binyad û Çaksazî bo guftûgokirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike.”
