Trump: Ez spasiya Erdogan dikim
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitter derbarê serbest berdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson de daxuyaniyê da û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan kir.
Donald Trump wiha got: "Qeşe Brunson dê li Koşka Spî piştî nîvro ligel min be. Ew xiristiyanekî baş bû ku demên dijwar derbas kir. Ez ji bo alîkariyê spasiya Serokomar Erdogan dikim.”
Donald J. Trump
✔
@realDonaldTrump
Pastor Andrew Brunson, released by Turkey, will be with me in the Oval Office at 2:30 P.M. (this afternoon). It will be wonderful to see and meet him. He is a great Christian who has been through such a tough experience. I would like to thank President @RT_Erdogan for his help!
5:06 PM - Oct 13, 2018
35.1K
12.7K people are talking about this
Twitter Ads info and privacy
Andrew Brunson di 9ê Kanuna 2016 bi tohmeta “hevkariya li gel FETO û PKKê” û kirina “sîxurtiyê” hatibû girtin û di 25ê Tîrmeha 2018a de cezaya hepsa malê bo wî hatibû dayîn. Brunson duh cara 4em li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayan a Alîaga ya li bajarê Îzmîra Tirkiyê derket pêşberî dadgehê û ber bi êvarî ji aliyê dadgehê ve hat azadkirin.
Qeşeyê Amerîkî Brunson 50 salî ye û ev nêzikî 23 salan bû li welatê Tirkiyê dijiya.
Rudaw
